Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongrêsê Amerîka qayil bu ku biryara harîkariya diravî bo Iraqê û Afxanistanê çi deyn têda nebit - 2003-10-30


weku serkeftinek bo rêveberiya serok Bush î, kongrêsê Amerîka qayil bu ke ew biryara harîkariya diravî bo Iraqê çi deyn têda nebit

Serok Bush gefe kirîne ku dê biryara harîkariya bo Iraqê vîto ket heke bêtû hindek ji wî diravî bi deyn hesab biken.

civata sînatoran biryarek derbaz kir li ser 20 milyar dolara bo avakirneva Iraqê weku harîkarî û deyn, lê ev şerte dinav wê biryarêda nebû ku civata nuneran derbaz kirî.

Kesêt ku piştevaniya deynê diken li şuna ku harîkarî bît, dibêjin tiviya Iraq jî barê avakirnevê helgirit madem welatekê dûê ye di petrolê da li cîhanê.

Lê rêveberiya serok Bush dibêjit tiviya Amerîka barê deyna li ser Iraqê girantir neket.

eve bi zehmet tirîn pirs bû pêşiya wan demê bizav dikirin jêk negirtina navbera civata nuneran û ya sînatoran çareser biken.

Her demê gehîştine çareyeka navincî li ser xerciya avakirnevê, tiviya herdû civat derbaz biken berî binêrine nik serokî bo morkirinê.

XS
SM
MD
LG