Civata desthelatê li Îraqê ko Emrîka pêk înaye dibêjît heta dumahiya meha şeş (xizîranê) dê hukumeteka berwext desthelatê li welatî ket, piştî hingî dê desturekê nwî nivîsît û heta dû sala hebijartin bêne kirin. Hukumeteka berwext dê ji aliyê civateka berwextve hête jêgirtin ku endamêt wê jî dê sala bêt bi kombûnêt xocihî hêne jêgirtin, serokê noke yê civata desthelatê dibêjît ew çaverê diket ko hukmeta nwî ya Îraqî biryarê bidet li ser berdewamkirina hebona hêzêt hevalbenda li Îraqê. Lê wezîrê Berevaniya Emrîkî Donald Ramisfîld dibêjît guhrînêt siyasî li Îraqê çi têkelî bi hebuna hêzêt Emrîkî ve nîne li Îraqê.