Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

li mizgefteka Sinîyan li rojava Bexda sê medenîyêt Iraqî hatine kuştin - 2003-12-09


Leşkirê Emerîkî li Iraqê dibêjit helîkoptereka Emerîkî bi zehmet dada ser erdî li nêzîkî bajêrokê Feluce.

Peyvdarekê resmî dibêjit çi kes birîndar nebû û egerê hindê ney dyarê. Lê şahidekê gote ajansa ragehandina Associated Press ku çêdibit RPG yek bi wê helîkopterê ketibit.

Ev rudane çend dem jimêreka piştî hindek peqînêt cuda cuda li mizgefteka Bexda û dû bingehêt leşkirê Emerîkî qewimî.

Sê medenîyêt Iraqî hatine kuştin li mizgefteka siniyan li rojava Bexda. 41 serbazêt Emerîkî birîndar bun di egera peqîna bumbeka xwe kuj da li ber dergehê bingehekê li bakûra Iraqê û bumbeka dî ya xwe kuj li bingeheka dî qewimî, lê zyan negehîşte çi kesê li wî bingehî.

XS
SM
MD
LG