Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnama Washington Post radgehînit Emerîka qayil buye dezgeheka nû ya sîxurîya Iraqî bihête damezrandin - 2003-12-11


Ya hate ragehandin ku rêveberiya Bush î destur daye ku dezgeheka sîxurîya Iraqî bête damezrandin da agehîyan peyda biket li ser hindek deste û kesên hêzên hevalbenda û kesên karî dikin li ser damezrandina hikumeteka nû ya Bexda dikene armanca hêrişên xwe. Rojnama Washington Post ku ji zarê hindek karbidestên hikumeta Emerîka ku navê wan eşkera nekiriye got ku dezgeha sîxurî ya navendî ya Emerîka CIA dê karmendên wê dezgeha sîxuriya Iraqî ya nû hî û fêr kit û behra pitirê ya xercî û kelûpelên pêtivî dêt û bi harîkariya Ordunê. Ew rojname dibêjit Congress ê Emerîkî qabul kir pare bihête xeric kirin bo wê dezgehê. Karbidestên Emerîkî hîvîfdarin ku ew dezgeh dest bi karî biket li nîva heyva dû ya Şibat ya sala bêt ku ew dezgeh dê giringîyê êxite ser sîxuriyên navxoy ya welatî.

XS
SM
MD
LG