Lînkên eksesibilîtî

Xelik li seranserî Iraqê keyf xweşya ji bo girtina Sedam Husênî dyar dikin - 2003-12-15


Xelik li seranserî Iraqê keyf xweşya ji bo girtina Sedam Husênî dyar dikin. Xelik li nav cada şahiya dikin û teqeya li asmana dikin.

Serokê karîgeriya Civata bi rêveberiya Iraqê got girtina Sedam Husênî rûdaneka dil vekir bû.

Di konfiranseka rojnamevanî da, duhî êkşembî Adnan Al Paçeçî got girtina serokê berê yê Iraqê dê tenahiyê bêxit welatî. Hikumeta welatên rojhelata naverast weka Iran, Mîsir, Arebistana Saudî û Kwêt bi keyf û dil xweşî pêrgînî li girtina Sedam Husênî kir.

Karbidestekê bilindê Hikumeta Mîsrê got Serok Husnî Mubarek peyamekê bo pîroz bahiya ji bo serok Bush amade dike. dyare rêberê welatên dî yên Arebî û herêma kendavê dê pîroz bahiyan bihinêrin bi helkeftina girtina Sedam Husên.

XS
SM
MD
LG