Jiniral Myers dibêjit ew piştraste ku li dumahiyê hêzên Emerîka dê serokê tora Al-qa'îde girin yê ku tawanbare bi ew hêrişa tîrorîstî ya mezin bi dijî Emerîka li sala 2001.
Jiniral Myers dibêjit: " heke Bin Ladin hêş sax bit, ku ez we bawer dikim yê saxe, ew her li rojekê dê ête girtin her weku me Sedam husên girtî."
Jiniral Myers ev pêşbînîye gotin li demê serdana xwe ya roja pênçşembî bo bingeha Bagram Air Base ku bingeha serekîye ya hêzên Emerîkî yên li Afghanistanê.
Serdana wî hingî hat piştî ku li demekê zû yê vê heftîyê serdana Iraqê kir ku pişkek bu ji geryana wî bo bilind kirina wireya hêzên Emerîkî.
Hindek ecteran jî pişikdarî di geryanê da kirin weku ecter Robin Williams, ku hindek suhbetên komîdî û nukte pêşkeşî serbazan kir.