Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hevalbenda hêriş kirine ser xirapkar û tawanbara li Bexda - 2003-12-24


Wesa dyar bû, ew dengê teqeya şerekê mezin bû li başûra rojava Bexda û li nîva şevê xelik ji xew rakir.

Şer ne dihate dytin ji serbanê ûtêla navenda Bexda, belê dengê peqîna gule topa û teqeya çekê otomatîk dihat bihîstin.

Peyvdarekê leşkirê Emerîkî kêm agehdarî li ser wî şerî eşkere kirin û got ew berdewamîya kiryarên nûyên leşkirî ne bo ji nav birina karen xirapkar û tawanbara li Bexda.

Wî got, di şerê piştî nîva şevêda hêzên pyade û frokan pişikdarî têda kir. Digel nemana tarîya şevê, xelkê dewruberên wê rendeke got: helîkopterên Emerîkî bi muşek û çekê otomatîk gule barana wî cihî kir, belê dibêjin jî çi armancên dyar û taybet ne keftine ber muşekan û piranîya wê teqînê li deverên vala bû ji xelkê.

Jêderên leşkirî dibêjin, dyar kirina vê şyana şerî bi mebesta bersîng girtina hêrişaye digel hatina Kirismes û serê salê.

XS
SM
MD
LG