Lînkên eksesibilîtî

Li bajarê Kerkuk mîneka li ser rêkê bi malbatekêve peqî û bû egera kuştina êkê û birîndarbûna dû kesan ji wê malbat - 2004-01-05


Iro dûşembî, li taxê Qadisîya bajarê Kerkuk ku dikevîte ser rêka Kerkuk-Leylan û 15 Kîlometira li sentera bajêrî dûre, mîneka li ser rêkê bi malbateka Erebve peqî û bû egera kuştina êkê û birîndarbûna dû kesan ji wê malbatê.

Hejî gotinêye, ew bombe bo hêzên Emerêkî hatibîte danan ku zor car hêzên wan bi wan taxan têper dibît.

li alîyekê dîve, li bajarê Kerkuk li şeva çar ya heyva êk komîta sêzde ya Êketîya Nîştîmanî ya Kurdistanî ku dikevîte gereka Xirnate ya bajarê Kerkuk saroxek berkeft û li encamda pasewanek biryndar bû û zîyaneka abûrî gelek jî gehîşte wê baregayê.

XS
SM
MD
LG