Lînkên eksesibilîtî

Karbidestên leşkirê Emerîkî hîvîdarin bawerîya xelkê xwecihî li rojava Iraqê bidestve bînin - 2004-01-07


Karbidestên leşkirê Emerîkî hîvîdarin bawerîya xelkê xwecihî li rojava Iraqê bidestve bînin li demê hêzên Merîns yên Emerîkî bi tektîkên nû kontrola parastina deverê ji desê hêzên leşkirî werbigirin.

Rojnama Washington Post di raporta xweda dibêjit êk ji sitratîcîyên wan yên nû dê ew bit ku hêzên Merîns dê li piranîya deverên Sinîya bijîn, vêca çi gund bin u çi bajêr bin.

Karbidest dibêjin dê hêz êne hîufêrkirin ku zorîyê bikar neînin herwesa pîte bi kelturê xelkê biken. Merîns dibêjin armanca wan dê girtin u kuştina wan kesan bit ku bidijî hêzên Emerîkî hêrişan dikin.

Heman wext, dê bizavê ken piştevanîya xelkê jibo deste u taqimên xwecihî yên xirapkar qut bikin. Merîns dê çine wê devera Sinîyan ku êk ji aloztirîn deverane u piranîya hêrişan bidijî hêzên Hevalbenda li wêrê têne kirin. Hindek ji karbidestên leşkirî li ser vê nexşeyê bi gumanin.

Herwesa rexnê digirin ku tektîkên hêzên Merîns dê li ser sitratîcîyeta leşkirî karîger bin. Lê pispor u şehrezayên dî yên leşkerî dibêjin eve bizaveka di cihê xwe daye bo ders wergirtinê u hîvîdarin destudarê aloz li rojava Iraqê bête guhorîn.

Heke te bivêt guh bideye dirêjîya vê raportê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

XS
SM
MD
LG