Lînkên eksesibilîtî

Jimareka serbazêt hêza berevanya Japunê ruja dûşembî çune Iraqê. - 2004-01-19


Jimareka serbazêt hêza berevanya Japunê ruja dûşembî çune Iraqê bu encamdana kryarêt amadekarîyê bu çuna êk hezar karmendêt leşkerêt ne şerker bu Iraqê.

Hejî gutinêye eve êkem veguhastina leşkerê Japonêye bu devereka şerî ewêt şerê dû cîhanî.

Serok wezîrê Japonê berevanî li biryara hukumeta xwe kirye bo hinartina serbazan ger çende ber helistîyeka bi hêz li nav welatî beramberî vê biryarê heye.

Junirchiro Koizumi di bêjît dabîn kirna harîkarêt avakirinevê li Iraqê erkekê cîhanîye u Japon divîye pê rabît.

Li duv rawergirtinekê ku ajansa deng u basan Kyodo pê rabibû we nîşa didet pitir ji nîveka wan kesan ku pişkdarî têda kirbun li dijî hinartina serbazan bo Iraqê.

XS
SM
MD
LG