Li Gurcistanê iro rê û resmêt wergirtina serokatîyê bo rêberê hevrik Mikhail Saakashvili li Tbilisa paytext hatine kirin. Rê û resmêt serokatîyê pêş Perlemanî hatine kirin.
Li heman cihê berî dû mehan rêzdar Saakashvili rêberiya şorişeka bi aştî kir û serok Eduard Shevardnadze neçar kir li ser desthelatê bête xarê.
Rêzdar Saakashvili 36 salîye û bawernama qanunî li Emerîka wergirtîye. Li vê mehê bi piranîya denga hatiye helbijardin.
Wî soz daye ku bizavê biket bo êkgirtina Gurcistanê ku giriftarîyêt nerêkêt rêvebirinê û parexarinê û hejarîyê lê hene her wesa kêşeya cudaxazîyê.