Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pol Brêmer bitundî bidev havête du hêrêşêt xukoj yêt roja Ekşembî li bajêrê Hevlêrê li bakura Iraq - 2004-02-02


Rêvebarê bilind yê Emrîkî , Pol Brêmer, bitundî bidev havête du hêrêşêt xukoj yêt roja Ekşembî li bajêrê Hevlêrê li bakura Iraqê u soz da ko kesêt berpisyar bînine berdestê adaletê.

Rêzdar Brêmer turebuna xwe dyar kir beramberî wan hêrêşan ko li ser ofîsêt dû partîyêt Kurdî hatina kirin u got hêrişker bizava wan ewe ku rêkê li pêşveçona Iraqê berev serdarî u dimokrasyê bigrin.

Karbidestêt leşkerê Emrîkî dibêjin bi kêmî 56 kes hatina koştin u 200 kesêt dî brîndar bûn demê dû hêrişkerêt xuwkoj li ofîsêt Partîya Dimokrata Kurdistanê u Êketîya Niştîmanî ya Kurdistanî xwe peqandî.

Samî Abdulrehman karbidestekê bilind yê Partîya Dimokrata Kurdistanê dinav koştîyan da bû. Çi kesê berpisyarîya wê hêrişê bistoyêxwve negirtîye, lê hindek ji karbidestêt Kurd wan hêrişa dikene binasêt komela islamî Ensar el Islam, ku we bawer tête kirin peywendî bi komela Al Qaidave hebit.

XS
SM
MD
LG