Wezîrê derve yê Elmanî Joschka Fischer got welatê wî dijatîta hinartin û belavkirna serbazên NATO li Îraqê nake, belê ew hêzên Elmanî yên taybet na hinêrin. Berêz Fischer ev ragehandin îro şembîyê li konfiransê hevalbendîya NATO li Munich da û got gelek giringe tenahî vegerit Îraqê her çend zûye û sernekeftina hewlên dawî înana tûnd û tîjîyan û karên tîroristî li Îraqê dê encamên gelek xirab li ser hevalbendîya NATO hebin. Wî gote wezîrên NATO, bi amadebûna wezîrê derve yê Amîrîkî Donald Rumsfeld , hêşta Elmanîya di wê bawerê deye dijatî kirna wê bo şerê dijî Îraqê kerekî rast bû. Wezîrê derve yê Elmanî daxwaz li Europ a Amîrîca kir da pêkive bernamekê pêkve danin bo gûhertina bawerya xelkê li rojhelata naverast hemberî rojava.