Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li sipêdehîya iro çarşembî dû otombîlên bumbe kirî li dervey bingehê Kamp Çarlî yê Hevalbenda li nêzîk bajêrê Hille li Iraqê peqîn - 2004-02-18


Karbidestên hêzên Hevalbenda li Iraqê dibêjin dû otombîlên bumbe kirî li nêzîk bingehê leşkirê Polonî li başûra Bexda bûne egera kuştina 11 Iraqîyan û birîndar kirina dehan kesa, ji wana serbazên hêzên Hevalbenda.

Peyvdareka leşkirî gote rojnamevana sipêdehîya iro çarşembî ew otombêlên bumbe kirî li dervey bingehê Kamp Çarlî li nêzîk bajêrê Hille peqîn.

Karbidestên leşkirê Polonî li cihê serhatîyê dibêjin dû tankerên bi kerestê peqîna barkirî berev bingehê wan hatin û nobedara teqe li wan kir.

Yêk ji wan peqî û yê dûê xwe li dywarekê konkirîtî da û ew jî peqî.

Karbidestên Polonî dibêjin serbazên birîndar ji Polend û Hingarîya û Emerîkane.

Her li vî demî, Wezîrê derve yê Emerîka Colin Powell got Emerîka hizireka vekirî heye sebaret çewanîya helbijartina hikumeteka demî li Iraqê.

Belê Waşinton her dê li ser biryara xwe bimîne bo veguhastina desthelatê li 30 meha 6 Huzeyranê bo Iraqîyan.

XS
SM
MD
LG