Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Desturê demkî yê Iraqê dê li roja 30 heyva 6 Kar pê hête kirin - 2004-03-08


Desturê demkî yê Iraqê dê li roja 30 heyva 6 Kar pê hête kirin demê desthelata hevalbendîya bi serokatîya Emerîkayê dê hête helweşandin.

Li duv qanuna Intiqalî ku iro dûşembî hate morkirin, Hikumeta demkî dê hête pêk inan piştî danustandinên fireh digel gelê Iraqê.

Ew kanun nabêjît ka ev danustandine dê çewan bin. Li berahya sala 2005 dê helbijartin hête kirin bo helbijartina endamên civata nyştimanî ew civat dê hikumeteka herdem dest nîşan ket û piştî hingî desturê herdem pejirînin.

li duv vî desturê demkî fydralisim dê li ser binaxê cugrafyayê û dyrokê û dabeşkirina deselatê bit, ne li ser binçînê nijadî û taifî. Hikumeta herêma Kurdistanê dê nas pê hête kirin li nav Iraqeka Yêkgirtî da.

Herwesa li duv destûrî serok û dû cêgirên serokî dê hebin û hêzêt çekdarêt Iraqê dê li jêr kontrola serokatîyeka sivîl be û rêk bi çekdarên ser bixwe nahête dan.

XS
SM
MD
LG