Rêberê Felestîn Yasir Erefat dibêjit ew dê pêrgînî li her xwe vekêşaneka Israelê ji erdêt dagîr kirî ket ku pişkek bit ji vekêşana hemî akincîgehêt Cuhyan û leşkerî Israelî ji wê deverê.
Di gutarekê da bo perlemanê Felestînî li ramela rêzdar Erefat herwesa got, her xwe vekêşaneka Israelê tivya bi rêka danustandina ligel desthelatdarya Felestînî û li duv nexşa rêkê ya aştîya Navnetewey bête kirin.
Serok Wezîrî Israelî Areil Sharon gotibu heke kiryara aştîyê pêşve neçit, ew li hivîye hemî akincîgehêt Cuhyan li Xezze û hindek akincîgeha li Kenara Rojava xalî biket.