Karbidestên Kurdî li Suryayê dibêjin ji layê kemî 14 kes hatine kuştin û 100 kesên dî biryndar bune li encama dû rojên tundutîjî li nav bera Kurd û Ereban li bakura rojhelata Surya.
Ew tundutîjî roja heynî li bajarê Qamişlî dest pêkir ku dikevîte nêzîk Turkya û Iraqê demê pêkdadana çêbu li nav bera handerên yaryeka topanê li dervey stadyomê û polîsî xwe têkel wê pêkdadanê kir.
Karbidestên saxlemîyê li Surya dibêjin 9 kes hatine kuştin. Hatye ragehandin ku wê pêkdadanê dest pêkir demê handerên tîma el-Cîhad ku zorîna wan Kurdin û piştevanên tîma el-Fitwe ya Erebî axaftinêt kirit yêt syasî gotine yêkedû.
Karbidestên partên Kurdî dibêjin roja şembî xelkek zêdetir hatine kuştin li demê xwenîşandana li qamişlî û dû bajêrokên din li wê herêmê. Karbidestên partên Kurdî iro gote pişka Kurdî ya dengê Emerîka ku bo heye 19 kes hatibine kuştin li demê dû rojên bory. Lê ev raporte ji layê alyekê ser bixw nehatye piştrast kirin. Herwesa hatye ragehandin ku mal û bazar û avahîyên hikumetê hatine talan kirin.
Hikumeta Surya komîtek damezrandye da lêvekolînê li ser wê tundutîjîyê biken. Herwesa ew kêşe demekê direng roja şembî gehîşte Beljîka jî. Li Biroksil xwepîşanderên Kurd çone nav balwêzxana Surya. Polîsê Beljîkî dibêjin hindek Kurd hatine girtin.
Hijî gotinê ye pitir ji yêk milyon û nîv Kurd li Suryayê hene ku jimara gişt welatîyên Suryayê 17 milyone. Lê hikumeta Surya Kurda wekî kemayetîyê nas naket.