Lînkên eksesibilîtî

Partîya Sosyalist li helbijartinên Giştî yêt Ispanya bireve - 2004-03-15


Serok Wezîrê nuî helbijartî yê Ispanya Jose Luis Rodriguez Zapatero dibêjit ew li hîvîye li ser soza xwe bit ku berêkîya helbijartinan dabû ku soz daye 1300 serbazêt Ispanî ji Iraqê vekêşan.

Iro di hevpeyvînekê da digel radyoya Ispanî rêzdar Zapatero şerê Iraqê û dagîr kirina wî welatî bi karesatekê da nasîn. Lê got piştî destelatê bi dest xweve digirit û mişwera xwe bi alîyên siyasî dikit dê biryara xwe ya domahîyê dest li ser vekêşana hêzêt Ispanî.

3 rojan piştî hêrişêt tyrorîsta li Medrîd ku bune egera kuştina 200 kesan roja yêkşembî li helbijartinêt nîştimanî Partîya Sosyalîsta rêzdar Zapatero bi 43 li seda denga beramberî 38 li seda denga ji partîya Gel ya parêzyar bireve.

Rêzdar Zapatero got demê tête ser deshelatê dê berî hemî tiştekê dê hizra xwe deynite ser şerê dijî tîrorîzmê.

XS
SM
MD
LG