Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Paul Bremer û karbidestên Kurd seredana Helebce kirin ku iro 16 sal di ser roja kîmyabaran kirina wî bajêrî da borî - 2004-03-16


Bi helkeftina derbazbuna 16 salan li ser kîmyabarana Helebce ji alîyê rejêma Sedam Huseynî ku bû egera kuştina 5000 Kurdan, karbidestêt Kurd û rêveberê Medenî yê Emerîkî li Iraqê Paul Bremer seredana Helebce kirin.

Rêzdar Bremer digel Endamê Civata Hukmî li Iraqê û Sikirtêrê Giştî yê Yêketîya Niştîmanî ya Kurdistanê, Rêzdar Celal Talebanî, û Dr Berhem Salih, Serok Wezîrê Herêma Kurdan ya li bin kontrola Yêketîya Nîştimanî çone seredana bajêrê Helebce.

Li muzexaneka nuî ku ji alîyê Yêketîya Nîştimanî hate ava kirin rêz li qurbanîyêt kîmyabarana Helebce hate girtin. Kesukarêt qurbanîyan di avahîyekê da şemalk hil kirin ku li ser dywarêt mermerî yêt reş li wê avahîyê navêt qurbanîyan hatye danan.

Rêzdar Bremer bi xwe çavê wî bi çend qurbanîyan keft. Di gutarekê da wî xem û mixabinîyêt xwe bo malbatêt qurbanîyan dyar kir û got hîvîdare ku Sedam Huseyn ku berpirsyarî wê hêrişêye û çekêt wêran karîya giştî bikar îna bête zindan kirin.

Rêzdar Talebanî supasya Serok Bush û Serk Wezîr Tony Blair kir û got supas ku we gelê me ji karesatêt wesa li paşerojê rizgar kir û rejêma Sedam Huseynî bi domahî îna.

Heker te bivêt guh bideye vê raportê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

XS
SM
MD
LG