Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdan xwenîşandanek di nav cadên paytextê Emerîka de kir - 2004-03-22


Duhî yêkşembî Kurdan xwenîşandanek dinav cadên Washington paytextê Emerîka de kir û hikumeta Surî mehkum kirin jiber rahavêtina wê ya xirap digel Kurdan.

Ev nerazî bun heftîyekê bun piştî aloz karî û tundutîjîyan di nav bera Kurdan û hêzêt parastina Surî de li bajarê Qamişlo ewên buyne egera kuştina bi dehan kesa.

Peyamhinêrê Dengê Emerîka Barry Newhouse radigehîne ku xwenîşandera Serokê Surî Beşar el-Esed mehkum kir û daxwaza dawî înana tepeser kirina Kurdan kir li welatên rojhelata Naverast.

Dema li pêş balyozxana Surî rawestyan pitir ji 200 nerazî buyan alayên Kurdistanê bilind kirbun û Durişim bilind kiribun jibo şermezarî kirina rahavêtina xirap digel Kurdan li Surya û li welatên dî yên herêmê.

Xwenîşanderên li dervey balyozxana Surî rawestyan dest bi rêve çonekê kir bi dirêjahîya çend kylometran heta Seraya Sipî. Ew dibêjin alozkary û tundutîjî yên heftya borî li Surya bun egera hindê Kurd hevkarya xwe pêkve xuya bikin. Ewjî bi xwenîşandanên wesa li bajarên Ewrupa, li Surya û li bakûra Iraqê ji alîyê hezaran Kurdên Iraqêve.

Dara Dilbirîn ji Bostin hatibû pişikdarîyê di nerazîbunê de bike. Ew dibêjit: "nuha tevaya malbatên me di Surya dene û divêt em piştevanîya xwe ji wan re dyar kîn. û wesa cîhan dê bizane Kurd çi li Surya, çi li cihên dî yêk dengin û bêjîn wan em digel wene û dilê me digel tevaya wan Kurdaye ewên li Surya têne tîror kirin."

Tundutîjîyan li Surya dest pêkir piştî şer di nav bera temaşevanên dû tîmên Futbulê de qewimî, tîmekê Kurdan û yêkê Ereban. Ew şer bû egera kuştina 9 kesa.

Bi dirêjahîya heftya borî Kurdan û polîsên Surî çendîn cara şer kir li bajarên bakûra rojhelata welatî ku piranîya xelkê wan Kurdin. Bi dehan kes mirin û rêberên Kurdan dibêjin her çende şer rawestyane û 1200 zîndanî hatine berdan, belê ew hêşta ditirsin ji zulma hêzên parastinê.

Hikumeta Surî giley ya wan şera êxiste stoyê wan kesêt ew dibêjinê xirapkarên mebestên siyasî heyn. Belê hikumeta Emerîkî rexne li hikumeta Surya girtye jiber rahavêtina wê hemberî wan alozkarîya û ew xetabar kir ne bes bi kuştina xwenîşanderan belê bi tepeser kirina kêmanîya Kurdan li cihên alozî lê çenebuyin.

Mihemed Ebas got di dyroka dirêja Kurdan de li Surya ev renge tundutîjî çênebune. Mihemed Ebas dibêjit“ Hikumeta Surya hikumeteka zalime, ew rejême tawanbare û çi cudahî di nav bera Beşar Esed û Sedam Husênî de û di nav bera rêbazên wan de nîne. Her ew partîya ku hukmî li Iraqê dirik nuha her ew partye li Surya.”

Xwenîşanderan û diruşmên xwe peywendîyek di nav bera Sedam Husên û Beşar el-Esed da dirust dikir û digotin Sedam ço Esed dê li du be. Wan di got divêt Surya bête berpirsyar kirin ji tawanên dijî Kurdan û rêbazên zalim li welatî nemînin.

Jimareka mezina Kurdan li Turkya, li Surya, li Iraqê û Iranê hene û xwe nîşanderan di got ruxana Sedam Husên î yê tawanbar bi kuştina 5000 Kurdan bi gaza kîmyaî pêngava yekêye ji bo rizgar kirina wê komela nijadî li tevaya herêmê.

Xanim Pery Qeredaxî, Birêvebera Rêxistya Mafê Mirovên Kurd li Washington, jibo xwenîşanderan li dervey seraya sipî axift. Xanim Qeredaxî got: “pitir ji her kesekê, Kurdên Surya tepeser kirîne, piştî xuşk û birayên me li Turya û li Iranê. Me azadyeka baş li Kurdistana Iraqê wergirtye, û nuha demê azadya kurdaye li Turkya, li Surya, û li Iranê. Kes jibo me wê nake, divêt em û ew bikeyn. Divêt em yêkgirtî bin.”

Gelê Kurd, yêk ziman, yêk keltur heye û geleka ji wan hîvîya damezrandina welatekê ser bixe heye bi navê Kurdistanê. Nuha pitir ji 26 milyon Kurda li çend welatan dijîn û pêkve di bine mezintrîn komela nijadî welatê ser bixwe nebe û hikumetên welatên Kurd lê dijîn wesa hizir dikin Kurd gefene li ser yêkbuna wan ya nîştimanî.

XS
SM
MD
LG