Li encama Şere gûlekî li navbera hêzê marînzêt Amrîkî û serheldît Iraqê pênc kes li bajarê Fallûje hatin kûştin.
Şahîd dibêjin wan dengê tifeng û dengê peqîna bihîstin gava ero hêzêt marînz gûr bûne nav bajêrê Fallûje.
Karbidestê nexoşxana li Fallûje dibêjin bi kêmîve yek ji kûştîyan zarok bû u gelek ji hatine birîndar kirin.
Heta nûha karbidestêt leşkirîya Amrîkî ev nûçe piştrast nakirîye u çi bahsê kûştî u birîndara jî nakin.
Hevdem netewyên yekgirtî dibejin desteyek şarezayên hilbijartinê gihişt Baxda dako arîkarîyê bike bo amadekirna hilbijartina neteweyî kû biryare li meha yek ya sala hatî bête kirin.