Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Segutar: Tîror li Iraqê. - 2004-03-28


Rawergirtinên dawî xuya dikin 78 ji sedê ji xelkê Iraqê tundutîzyan dijî hêzên hevpeymana ret dikin. Ew rawergirtin herwesa xuyadikin polîsê nuî li Iraqê bawerya xelkê Iraqê bi destve di îne û 65 ji sedê ji Iraqîyan ra ya wan hatî wergirtin dibêjin wana bawerî bi leşkirê nuî yên Iraqê heye.

Ew rawergirtin hatibûn encam dan ji alîyê telefizyona ABC News ya bingeh li Emerîka bi hevkarî digel dezgehên ragehandinên Birytanî, Elmanî û Japonê. Hêrişên dawî li Bexda û li cihên dî yên Iraqê dyar dikin şerê tîrorê nuî bi dawî nahêt.

Rastî ewe armanca tîrorîstan rê girtine li geşekirina dymukrasyetê. Serok George W. Bush got rewşê tîrorîzmê ewe çend kesêt bedkar dikarin gelek kesa bêxine nav êş û derda.

Serok Bush dibêjit:" Bi têk dana rejêma Be's li Iraqê em ruî bi ruî alozkarîyên paşmaya alî girên Sedam Husên dibîn. Ew zelamên ji serbazên me di revîn nuha xwe vedşêrin û di trîyê da hêrişan dikin. Tîrorîstên byanî digel wan mirov kujane. Berî demekê kurt li Iraqê me nameyek girt ji alîyên tîrorîstekê binavê Zerqawî ve hatibû nivêsîn. Dezgehên me yên agehîyan baş wî zelamî nas dikin."

Di wê belge name ya girtî de Abu Mis'eb el-Zerqawî el-Qa'îde han dide jibo encam dana karên tîrorîstî li Iraqê. El-Zerqawî di wê nameyê dibêje divêt armancên parçekirina civaka Iraqê be bi azirandina tundutîjî yên Taîfî.

Serok Bush got el-Zerqawî û zelamên weka wî Iraq kirye navenda berokên şerê me dijî tîrorê. Serok dibêjit: "tîrorîst dizanên pêk înana Iraqeka azad dê derbeka mezin be li bizava tîrora cîhanî û di vê bawerê de ew rastin. Belê me ev dujmine berî nuha nas kirîye û em dizanîn çewa rahavêtinê digel bikin. Di şerê meda bi tenîşt gelê Efghanistanê em tîrorîstan li Welatê wan ji nav dibeyn û di şerê meda bi tenîşt gelê Iraqê em dê tîrorîstan li wêderê jî ji nav bibeyn."

Serok George W. Bush dibêjit "Emerîka û dost û hevpeynanên xwe qet ji jimareka tawanbar û mirovkujên wesa na tirsin."

Heke te bivêt guh bideye vê gutarê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

Ev gutare bîr û boçuna Hikumeta Welatên Yêkgirtî yên Emerîka ye.

XS
SM
MD
LG