Lînkên eksesibilîtî

Ji kurê Ariel Sharon hate daxaz kirin belgenamêt peywendîdar bi vekolînê li ser bertîlên wî ji companyayekê wergirtinê bidete dadgehê. - 2004-03-29


dadgeheka bilinda Israelê ferman da kurê serok wezîrê Israelê Ariel Sharon hemî belgenamêt peywendîdar bi vekolînê li ser pare xwarinê û bertîl wergirtinê ku renge bibine egera tawanbar kirina babê wî bidete dadgehê.

Dadgeheka bilind bi daxaza Gilad Sharon qayil nebû ku daxaza pêda çonê kiribû li ser biryara dadgeheka nizimtir ku jê xastibû belgenama li ser dû babetêt pare xwarinê û bertîl wergirtinê malbata Sharonî bidete dadgehê. Berevankarê kurê Sharonî got xospêrê wî dê fermana dadgehê bicih înit.

XS
SM
MD
LG