Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Efghanistanê ji komîta Navnetewey dixazit destê harîkarîyê bo welatê wî dirêj bikin - 2004-03-31


Serokê Efghanistanê Hamid Karzay bi awayekê bilind ji komîta Navnetewey dixazit destê harîkarîyê bo welatê wî dirêj bikin û nehêlin welatê wî careka dî bibite bingehekê xweragir bo tîrorîstan û derbasgehekê serekî jibo veguhastina dermanêt nehişkeryan ku mixederatin.

Rêzdar Karzay iro çarşembî li Berlîn têbînîyêy xwe dyar kirin li destpêka konfiransa dûrojîya parebexşîna navnetewey bo Efghanistanê. Wî got dermanêt nehişker welatê wî pelixand û ji nav bir. Bi gotina wî ew pirs mestire ji yaku Efganistanê bişêt berbirî bibit.

Tête çaverê kirin pirsa dermanêt nehêşker û pirsêt siyasî tewerêt serekî yêt danustandinê bit di konfiransa ku ji layê karbidestêt bilind û wezîrêt devere yêt pitir ji 60 welatan hatye rêxistin.

XS
SM
MD
LG