Karbidestên bilindên Emerîkî dibêjin nexşeyê hikumeta Serok Bush bo danana hikumeteka demî li Bexda dê vegerandina serweriya gelek vebirî be jibo Iraqiyan. Cêgirê Wezîrê Derve yê Emerîka Marc Grossman gote komîta têkeliyên derve ya Civata Sînatoran ku hikumeta Iraqî ya li meha 7 dê deshelatê wergirt divêt desthelata danana çi qanuna nebe çinku ew hikumeteka demîye. Bi aliyê xweve Cêgirê Wezîrê Berevaniyên Paul Wolfowitz got desthelatdariya Emerîkî li Iraqê dê xudan biryara dawiyê be li ser hêzên hevalbenda û tevaya polîsa û hêzên parastinê û leşkirê Emerîkî.