Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimara kuştiyên ew peqîna şemendefira roja pênçşembî li Korea bakûr gehîşte 161 kesan. - 2004-04-25


Jimara kuştiyên ew peqîna şemendefira roja pênçşembî li Korea bakûr gehîşte 161 kesan. Karbidestên rêkxistiya xaça sora nav netewey iro zêde bûna jimara kuştiyan ragehand, lê negot ka eve jimareka nuya miryane an her jimara ew qurbaniyane ku demê peqînê hatîne kuştin.

Ji layekê dîve karwanê yêkê yê kelupelên harîkariyên mirovantîyê li Çînêve gehîşte bajêrê Ryongchon cihê ew peqîn lê çêbuye. Çînê ragehand ku karwanekê pêkhatî ji 11 otombêla iro gehîşte Korea bakûr. Hijî gotinêye Çînê soz daye bayê 1200000 dolaran kelupelên harîkariyên mirovantiyê bo Korea bihnêrit.

XS
SM
MD
LG