Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Iro li bajarê Besre ya Iraqê firotina neftê bo derve wekû berê dest pêkireve - 2004-04-26


Wezîrê nefta Iraqê Ibrahim Bahr al-Ulum dibêjit li Besre firotina neftê bo derve wekû berê dest pêkireve. Piştî bingehê barkirina navnetewey ya serekî roja şembî hatiye daxistin demê bi gemiyêt biçukêt hêrişeka xwekuj li ser hatiye kirin.

Bingehêt derxistina neftê li Besre bo abûriya Iraqê gelek giringin jiber ku bi kêmî %85 ji nefta ku bo derve tête firotin li wêrê tête bar kirin ku nuke nêzîkî 1600000 bermîlin di rojê da.

Piştî roja şembî bi 3 gemiyêt biçukêt tijî kerestêt peqandinê hêriş li ser bingehê neftê hatiye kirin.

Di pêşda hizir hatiye kirin ku çi ziyan ne gehîşte bingehê barkirina neftê lê paş dyar bû ku zyan gehîşte dînemo û xetêt kehrebê jiber hindê ew bingeh hate daxistin.

XS
SM
MD
LG