Lînkên eksesibilîtî

Li duî ajansa peyamêt dewleta Surî Wezareta Navxwe dibêjit jimareka çekdaran otumbêleka bumbe kirî peqand - 2004-04-28


Telfizyona Surya ragehand komelekê kû dibêjin komeleka tîroristkara teqe li rexê dyplomatî li Dimeşq kir.

Li duv ajansa peyamêt dewleta surî Wezareta navxwe dibêjit jimareka çekdaran otumbêleka bumbe kirî peqand û hindek bizav kir bi otumbêleka dî birevin.

Hêzêt parastinê bersiva teqe kirina sêrekera da yêt ku li duî gotina raportan çekêt otomatîk û narincok biwan bun.

Wezareta navxwe dibêjit, bi kêmî dû hêrişker hatine kuştin digel polîsekê surî û jinekê ku li nêzîkî cihê serhatîyê rawestiya bûn. Hêriş li rexê rojava Dimeşqê û deuruberêt avahiyeka berê ya Netewên Yêkgirtî hate kirin.

Peyvdareka Netewên Yêkgirtî li Newyork got hemî karmendêt Netewên Yêkgirtî bi selametin. Wezareta derve ya Kenedî dibêjit ziyaneka kêm gehîşte balyozxana Kenedî. Ofîsêt balyozxanêt Erebistana Saudî û Iranê û cihê mana balyoza Birîtanî ewjî yêt li wê deverê ku şer lê hate kirin.

XS
SM
MD
LG