Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dû serbazêt Emerîkî li Afghanistanê birîndar bun demê milîtana hêriş kirye ser karwanê wan - 2004-05-02


Leşkirê Emerîkî dibêjit hêzêt Emerîkî çar milîtan li rojhelata Efghanistanê kuştin lê karbidestêt parastina Efghanî dibêjin ew çar kes polîs bun û bi xeletîve hatîne kuştin. Ev serhatiye roja Şembî nêzîkî Gardz li devera Patîka qewimî. Peyvdarekê leşkirê Emerîkî got dû serbazêt Emerîkî birîndar bun demê milîtana hêriş kirye ser karwanê wan. Û got serbazan çar milîtanêt dijî hêzêt hevalbenda kuştin û dû yêt dî biryndar kirin. Lê birêveberekê polîsêt wê deverê got ku ew şer bi xeletîve qewimî demê hêzêt Emerîkî nêzîkî Nuqteka vekolîna polîsa bun, û hêşta nehatye zanîn ka kê di pêşda teqe dest pê kirye.

XS
SM
MD
LG