Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çar serbazên Emerîkî li Iraqê hatine kuştin li dû lêkdanên cuda li wî welatî - 2004-05-02


Karbidestê leşkirê Emerîkî li Iraqê dibêjin çar serbazên Emerîkî hatîne kuştin li dû lêkdanên cuda li wî welatî.

Li encama hêrişekê li bakûra rojava Bexda demekê zu iro yêkşembî dû serbazên Emerîkî hatine kuştin û raport dibêjin ji layê kêmî dû endamên hêza berevaniya sivîla Iraqê birîndar bune. Û li başûra Iraqê, li nêzîk bajarê Imare, hêriş bi gule û narincokan li ser karwanekê Emerîkî hate kirin, û li encam dû serbazên Emerîkî hatine kuştin. Û li bajarê Feluce, bi sedan Iraqîyên ew hêza nuî ku hatye ava kirin nuke li şeqamên wî bajêrîne, li jêr rêkeftinekê li nav bera karbidestên leşkirê Emerîkî û jeniralekê Iraqî.

Raportên iro li London radgehînin ku we çaverê dihête kirin nêzîkî 4000 serbazên dî yên Englistanê li van heftiyên bihên biçine Iraqê. Ew dê hêne hinartin bo rexû çanên bajarê Necef da cihê 1300 serbazên Ispanî bigirin ku dê Iraqê hêlin.

XS
SM
MD
LG