Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Tûrk dibêjin li başura rojhelata Tûrkîyê bi kêmî ve dû serhildayên Kurd hatine Kuştin - 2004-05-06


Karbidestên Tûrk dibêjin li dû rojên dawîyê û li bûyerên juda di gel serbazên hûkmetê li başura rojhelata Tûrkîyê bi kêmî ve dû serhildayên Kurd hatine Kuştin.

Karbidestên leşkerî û sivîl dibêjin ev Kurdên hanê endamên komeleka berbend kirîne endamên komeleka berbend kirîne kû ji partîya Kurdên Kurdistanê peyda bûye. Wana bi nepenî xwe gehandine nav bakûrê Îraqê.

Karbidest dibêjin li spêdeya roja Penc Şembî şeş serhildayên gumanbar li wilayeta Sîrtê, kû herêmeka çîyayê li nîzîkî sînora Îraqê, hatin kûştin. Yê heftem, li operasîoneka din her li wê deverê hat kûştin.

Partîye PKK ya berbend kirî, 15 sala serhildaneka çekarê ji bo autonomî ya Kûrdan li devera başura roj helatê kû piranîyê wê Kurdin, dikir. Li wê serhildanê pitir ji 30,000 kes hatin kûştin -- pirnîya wan Kurd bûn.

Li sala 1999 ev serhildan sist bû piştî kû Abdullah Ocelan hat êxsir kirin û komela wî şer ragirt. Karbidest dibêjin bi hezaran serhildayî rivîyan çîyayê bakûra Îraqê piştî ragehandina agir bestê.

XS
SM
MD
LG