Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Donald Rumsfeld dibêjît ew hemî berpisyara wan zêdegavîya bi stoyê xuvê digrit ko li girtîxanêt Emrîkî li ser girtîyêt Iraqî hatbu kirin - 2004-05-07


Wezîrê Bervanya Emrîkî, Donald Rumsfeld dibêjît, ew hemî berpisyara wan zêdegavîya bi stoyê xuvê digrit ko li girtîxanêt Emrîkî li ser girtîyêt Iraqî hatbu kirin.

Evro li komita xizmetêt leşkerî ya civata sinatoran ya Emrîkî, rêzdar Reumsfeld got, weku wezîrê berevanîyê ew berpisyare beramberî zêdegavîyêt digel girtîyan hatîne kirin.

Wî ji dil daxaza liborînê ji Iraqîyan kir, yêt ko liber destê serbazêt Emrîkî bedreftarî di gel wan hate kirin. Wî herwisa got, de bizavê ket tola zînê bidene qurbanîêt zêdegavîyan.

Kêşeya girtiyan hefteya bori despêkî, piştî toreka telefzyona Emrîkî wêneyêt girtyêt Iraqî belav kirî ko hindek li wan bê cil u berg bon û bê rêzî di gel wan hat bo kirin.

XS
SM
MD
LG