Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Amrîkî li Îraqê dehan zîndanên Îraqî ji girtîgeha Abu-Ghreyb li dervey Bexda azad kirin - 2004-05-14


Hêzên Amrîkî li Îraqê dehan zîndanên Îraqî ji girtîgeha Abu-Ghreyb li dervey Bexda azad kirin, rojekê piştî wezîrê berevanîya Amrîka Donald Rumsfeld seredana wê girtîgeha kirî.

Otobîsîyên pirî zîndanî, îro eynî ji wê girtîgehê derkeftin. Li bere nêzîkî 315 zîndanî bêne azad kirin weka pişkekê ji bernameka yek mehî bo kêm kirna jimara girtîyan nav bera 1500 heta 2000 li dawîya vê mehê.

Duhî pênc şem berêz Ramsfeld li zîndana Abu-Ghreyb gerya û gote serbazên Amrîkî ew wêneyên xwîya dikin ku serbazên wan dest drêjî dikene ser zîndanên Îraqê zîyneka mezin di gehînin nav w dengê Amrîka...belê ber pirsîyarên wî şermezarên dê bikevin pêş dadgeha.

Her li vî demê raporteka belav bwyî radigehîne ku êk ji serbazên Amrîkî pênasîn bi tawana xwe kirîye.

Raport dibêjin, Jermy Sivits hurykarî dane lêvekolan sebaret tirane pêkirin, lêdan u riwîs kirin û dest drêjîyên sêksî dijî zîndanîyan.

XS
SM
MD
LG