Behayê sehim û seneda li Emerîka nizim dibin di heman wexit da behayê panzînê iro gehîşte pleyeka bilind tir piştî hêrişa bomba li Iraqê ku serokê Civata Desthelata Iraqê hatiye kuştin.
Behayê sehim û seneda li borsa Dawcons pitir ji 100 poynta nizim bû. Û behayê bermîleka nefta xam ku bo meha bêt hatiye kirîn gehîşte 41 dolara û 85 senta li bazarê New York.
Kardar û bazirgan di xema zêdebuna zêdegaviyandane li rojhelata naverast ku renge egerê bikene ser berhemê neftê li wê deverê.