Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêbera Partiya Kongirêsî li Hindistanê Xanim Sonya Gandî dibêjit wê biryar da nebite serok wezîra Hindistanê. - 2004-05-18


Rêbera Partiya Kongirêsî li Hindistanê Xanim Sonya Gandî, ku li Iytalya peyda buye, dibêjit bo bidumahî înana kêşa li dayik buna wê li welatekê dî, wê biryar da nebite serok wezîra Hindistanê.

Iro li kombuneka qanun daneran ji partiya kongirêsê li Nyo Dilhî got ya pêtivîye ku ew bi wî karî qayil nabit. Qanun daner ji biryara wê turebun. lê bîjina serok wezîrê berê Recîf Gandî ku hatinu kuştin ji qanun daneran xast ku bi biryara wê qayil bin jiberku ji biryara xwe lêve nabit.

Raport dibêjin ew li hîvîye ku endamekê bilind ji partiya xwe, wezîrê berê yê diravî Man Muhan Sîng, bo karê serok wezîrî pêşnyaz biket.

XS
SM
MD
LG