Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok wezîrê berwextê Iraqê dibêjit 9 komelêt çekdar qayl buyne çekêt xwe danin - 2004-06-07


Avro di belavokêda li Bexda Iyad Allawî got: endamêt partîyêt siyasîyet çekdaryêt serekîyan di gel hêzêt parastina Iraqê xwe têkel ken yan jî dê jiyaneka adetî dest pêken.

Lê leşkerê El-Mehdî yê melayê tûndrewê Sî'a Moqteda El-Sadir di gel wê rêkevtin nîne.

Avro li bajêrê Sî'an li peqîna embareka çekan li migevta Kûfe bi kêmî 9 kes birîndar bûyne.

Balyozê Amrîka li Neteweyêt Êkgirtî dibêjît evro dê bernivîsa biryareka nûy li ser vegohastina desthelatê li Iraqê pêşkeşî civata tenahîya netewêt êkgirtî ête kirin û çaverê tête kirin roja sêşem siba civata tenahîyê dengdanê li ser wê bernivîsa biryarê biket.

XS
SM
MD
LG