Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tilifizyon û radîyoa dewletê li Tûrkîya bo cara yekê bernameka bi zimanê kûrdî pexiş dike - 2004-06-09


Tilifizyon û radîyoa dewletê li Tûrkîya bo cara yekê bernameka bi zimanê kûrdî pexiş dike weka pişkekê ji bizavên welatî beref andametîya Êketîya Ewripî.

Tilifizyona TRT roja çarşem bernameka ranga û renga nîvseatî tekel bû ji dengûbas , mozîk , filiklorê kûrdî belavkir. Her wesa bernameka dî li ser radîyoê hat belave kirin.

Li sala 2002 perlemanê Tûrkiya razî bû li ser bikarînana zimanê kûrdî bi awayekê destûrî di warê perwerdeyê de weka razîkirina Êketîya Ewripî.

Belê di pêşveçoneka cûda da rojnamevanên kûrd di bêjin bi kêmî 25 hevkarên wan roja sêşem hatine girtin li demê tûnd kirina rewşa parastinê berî kombûna vê mehê ya NATO li Îstembûli. Ew rojnamevan di bêjin girtin ahevalên wan bi gûmana endametîya komeleka cûdahî xwaza kurdî bû.

XS
SM
MD
LG