Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rê û resma veşartina serokê berê Ronald Reagan be awakî resmî li Waşington - 2004-06-11


Rêberên cîhanê yên pêşîn û nûha roja înê li Cathedrala neteweyî li Waşinton kom bûn ji bo nivêjê li ser termê serokê berê yê Amrîka Ronald Reagan û paşda veşartina wî.

Pasevanên rêzgirtinê yên leşkirî cenaza serok Reagan ji balaxana Capitol vegohast bo Cathedrala neteweyî.

Serok Bush wê axaftineka malawayî li Cathedralê pêşkeş kir. Herwesa bavê wî Serok Bushê berê û hinek mêvanên biyanî wekî serek wezîra pêşîn ya Britanî Margeret Thatcher û serek wezîrê pêşîn yê Canadî Brian Mulroney li ser termê serek Reaganî axaftin.

Dû ra zengûla Cathedralê wê 40 cara lêda weke nîşanek bo çilemîn serekê Amrîkî Ronald Reagan.

Cenaza serok Reaganî bi balafirê bo wîlayeta California hate vegohastin ji bo veşartinê li kitêbxana Reaganî li nêzîkî Los Angeles.

Vê heftîyê nizîkî 200 hezar kesan li California û Washington serdana cinaza rêzdar Reaganî kir ji bo rêz û rûmet girtinê bo cara dawîyê. Roja Şembî Serek Reagan li jîyê 93 salî koça dawiyê kir.

XS
SM
MD
LG