Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Korea Başûr hêzêt xwe bo devera Hevlêrê dişînit - 2004-06-18


Li serê heyva 8 tebaxê Korea Basûr dê dest bi hinartina 3000 serbazêt xue bo bakûra Iraqê ket da li bizavêt avakirnevê li wê herêmê pişkdariye biken.

Peyvdarekê wezareta berevaniya Korea Başûr dibêjît desteya êkê dêçîte devera Hevlêrê, û hêzêt mayî paşî dê êne hinartin. Nêzîkî 3600 serbazêt Korea Baûr li Iraqê xizmetê ken.

Ragehandina Korea Başûr dê miştumireka çend mehan li wî welatî li ser sozeka serok Roh Muh-Yon bi dûmahî têt kû li heyva 11 çirya dwê soz dabû serok Bushî lê perlemana Korî pê qayl ne bibû.

XS
SM
MD
LG