Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarekê leşkerê Amrîkî li Iraqê dibêjît çar serbazên Amrîkî evro hatine kûştin - 2004-06-21


Li parêzgeha El-Enbar li rojava Bexda peyvdar dibêjît ew çar serbaz hatine kûştin demê bi karubarêt nobedariyê û parastinê rad bûn.

Ev peyam hate ragehandin piştî dîdvan gûtiye peyam hinêran kû her çar terim li tenîşt avahiyekê dîtine ve kû li jêr avakirnê bû li naverastina bajarê Rûmadî.

Bi aliyekê dîbe çar Iraqê hatine kûştin û çar jî birîndar bûn. Bi peqîna bombeka ser cadê kû nêzîkî karwanê wan peqî 50 km li başura Mûslê.

Dîsan her li Iraqê karbidesta ragehand kû Iraqê pirûtina nefta xwê bo derve li başûr zêde kiriye piştî yêk ji dû borîya hatiye ragirtin ji ber kiryarêt xirap kirye li heftîya bûrî.

XS
SM
MD
LG