Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sergutar: Iraq berev pêşve diçît - 2004-06-24


Heta di wextekê da ko hevalbendiya bi rêberiya Amrîka xwe amade diket bo vegerandina serdariyê bo hukmeteka berwext li yêkê meha heft tîr mehê tîrorist di berdewamin astenga têxine di rêka pêşve çûna Iraqê da.

Herwekû serok wezîrê berwextê Iraqê Iyad Allawi gûtî her kesekê dest di van hêrişada hebît xaine berambery pirsa azadiya Iraqê tev kese ne şerkerêt azadiyê ne rêzdar Allawi dibêjît ew kes tîroristên û şerkerêt biyanî azadiyê ne. Rêzdar Allawi dibêjît ew kes tîroristin û şerkerêt biyanî ne kû dijî hebûna dewleteka meya azadin.

Serok George W. Bush dibêjît çaverê di hate kirin kû pitir zêdegavî di çend heftî û mehêt hatî da bêne kirin. Serok got " Lê paşeroja Iraqeka azad li ber çave, demê hukmeta berwext desthelata xwe werdigrît û hêzêt parastina Iraqî berevaniyê ji welatê xwe diken û hevalbenda jî dê roleka piştevaniyê hebît. Serok wezîr Allawi û ez hevbîrîn li ser heman tiştî kû tîrorîst dêhêne şikandin."

14 meh derbaz bûne piştî ladana Saddam Hussain û azad kirina Iraqê ewey hingî heta nûke abûriya welatî berev pêş diçît û kardarêt nûî hatîne ve kirin, diravekê nûî keftiye bazarî, bi deha partêt siyasî hatîne damezrandin. Evro li Iraqê pitir ji 170 rojnama têne weşandin, pitir ji 200 hizar Iraqî hatîne fêrkirin bo hêzît parastina Iraqî.

Serok Bush dibêjît her pêngeveka tête havêtin berev hukmekê bi desthelat û serbixwe dê tîrorist pitir bê zar û bê hêvî bin. Serok got " Ew dibînin kû Iraqî welatê xwe vedgerêneve. Ew dibînin kû azadî cihê xwe digrtîy mrov kûj dizanin kû wan çi paşeroj li Iraqeka azad nabin. Vêca ew dê her tiştekê jê bêt biken da nehêlin welat berev dîmokrasiyeka dirûst biçît."

Hevalbend dê bi germî piştevaniya rêberêt nûiyêt Iraqî ken û nahêne tirsandin. Serok Bush dibêjît tîrorist dêhêne şikandin çûnkî gelê Iraqê qebûl naken zûrkarî u hovatî vegerêteve.

Dirêjiya vê sergutarê ya di vê fayela dengî daye û ev gutare bîr û bo çuna hikumeta welatên yêkgirtî yên Emerîka ye.

XS
SM
MD
LG