Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bo cara sêyê di heftîyêda hêzêt Emirîkî li Iraqê hêriş kire ser penagehekê ko goman heye tîrorist Ebu Mûsab El-Zerqawî li wêrê bit - 2004-06-25


Bo cara sêyê di heftîyêda, hêzêt Emirîkî li Iraqê hêriş kire ser penagehekê ko goman heye tîrorist Ebu Mûsab El-Zerqawî li wêrê bit. Leşkirê Emirîkî got wan çekêt pêşkeftî bi kar înan demê evro eynî hêriş kirye ser wî avahî li başora rojhelata Felluce. Hêşta dyar neboye ka heke wê hêrişê çi hingaftî hebon yan ji heke demê hêrişê tîroristê ser bi El-qayde li wî ahahî bu. Çekdarêt ser bi tîroristê daxaz kirî El-Zerqawî berpirsyarya hêrişêt roja pêncşembî li pênc bajêran, ji wan Felluce bistoyê xuve girt, ku li wan hêrişan nizîkî 100 Iraqî û 3 serbazêt Emirîkî hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG