Serok wezîrê Englistanê Tony Blair pênasîn kirye ku renge çekêt wêrankerên giştî yêt Sedam Hûsên qet nehêne vedîtin. Di kombînekêda evro ew digel endamêt serekîyêt perlemanî kombî û got ew di wê bawerê daye ku rijêma berê ya Iraqê ew çek hebûn, lê ew nizanît ka çi lê hat. Birêz Blair got diktatorê berê yê Iraqê Sedam Hûsên gefe bî û ladana wî ya baş bî bo tenahîya cîhanê.