Lînkên eksesibilîtî

Dadgeha dadperweriya Navnetewî dibêjit, dîwarê parestinê ko Israel liser erdê kinara rojava ya dagîrkirî ava kiket ne qanonye - 2004-07-09


Dadgeha dadperweriya Navnetewî dibêjit, dîwarê parestinê ko Israel liser erdê kinara rojava ya dagîrkirî ava kiket ne qanonye û ji Netewêt Êgirtî xast avakirna wî dîwarî rawestînit.

Evro li denganekê, 14 bi êk li Lahaî Holenda dadgehê biryar da ko ew dîwar zêdegavîye liser qanona navneteweî û pêtivîye bête rakirn.

Dadgehê got pêtivîye tola zîyanê bidene wan Felestîniya ko xanî u milkê wan bo wê pirojê hatîne zeft kirin. Serok wezîrê Felestînê Ehmed Qureî'e biryara dadgehî bi biryareka dîrokî da nasîn û rêberê Felestîn Yasir Erefat got ew biryar serkeftîneke bo gelê Felestînê.

Israel dibêje wê biryarê bi çi na înit jiber ko dadgehê çi desthelat liser nîne û besê tirorîsma Felestînî naket.

XS
SM
MD
LG