Raporteka desteya pêdaçûnê ya Birîtanî dibêje agehîyên Birîtanî berî şerê Iraqê şermezarîyeka mezin bûn. Raporteka hikumetê fermana derêxistina wî day dibêje Bexdayê hind çekên kîmyayî û bayolojî amade nebû ji bo bikar înanê.
Her çewa be raport serek wezîr Tony Blair bi awayekê rasteuxo berpirsyar nake hemberî sernekeftina dezgehên agehîyan berî şerî.
Serek wezîr Tony Blair, ew agehî bikar înan ji bo dirist kirina rewşekê alîkar be ji bo pişikdaryê digel hêzên bi rêberatiya Amrîka bo şerê Iraqê. Hefteya bûrî wî li pêş komisyoneka perlemanî pênasîn kir kû renge qet ew çek li Iraqê nehête dîtin. Serek wezîrê Brîtanî got jî bê gûman cîhan bê Saddam Hussain tenatir û selamet tire.