Karbidest li Iraqê dibêjin bi kêmî 10 kes hatin kuştin û 3 polîs di nav wan da bûn, Îro 5 şem dema otombîleka bombe kirî li nêzîk navendekî polîsan li bajarê Hedîse bakûra rojava Bexda peqî.
Di serhatîyeka cûda, polîs li bajarê Kerbela dibêje otombîleka bombe kirî peqî û 2 kes kuştin.
Her li vê demî û li bajarê Kerkukê bakûr 4 kesên êk binemalî di hêrişeka muşekê da bo ser mala wan, hatin kuştin.
Xirapkaran careka dî lûleyên neftê li Bakûr û li Başûrê Iraqê jî peqandin.