Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Diplomatê Amrîkî bo karubarêt kontrol kirina çeka li Korea Başûre bo danustandina liser bernama navokîya Korea Bakûr - 2004-07-20


Diplomatê Amrîkî bo karubarêt kontrol kirina çeka li Korea Başûre bo danustandina liser bernama navokîya Korea Bakûr. Cêgirê wezîrê derveyê Amrîka John Bolton evro digel serokê Korea Başûr û Roh Mûh Yon û wezîrê derve Ban Kî Moon li Seol kombû.

Herwesa biryare roja çar şembî gûtarekê li Zanîngeha Younisê li Seol bixwênît liser bernama navokîya Korea Bakûr. Rêzdar Bolton roja dû şembî gehiştibû Korea Başûr got ew dixazît hevkarîyekê peyda biket bo bidûmahî înana gefa navokîya Korea Bakûr .

Amrîka û Korea Başûr pişikdarîyê di danustandinêt şeş alî da diken bo bidumahî înana kêşeya liser bernama navokîya Korea Bakûr. Heta nûke sê gerêt danustandina li Pekînê hatîne kirin.

XS
SM
MD
LG