Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê derveyê Amrîka Collin Powell sipasiya Hungarya kir liser rola wê di hevalbendîya bi rêberîya Amrîka li Iraq - 2004-07-27


Wezîrê derveyê Amrîka Collin Powell sipasiya Hungarya kir liser rola wê di hevalbendîya bi rêberîya Amrîka li Iraqê û jê xast da hêzêt xwe li wêrê pêlît.

Rêzdar Powell evro got tivîya Hungarya sist nebît beramberî astengêt nûke lê tivîya xwe rabigrît bo xatra azadîyê. Herwesa got bi deha salan Hungarya xebat kirîye hata gehiştîye dîmokrasîyên û dizanît kû damezrandina dîmokrasîyê li Iraqê dê wext pêçît.

Li heftîya bûrî wezîrê dervey Hungarîya got renge welatî wî berî dûmahîya ev sale hêzêt xwe ji Iraqî vekêşêt heke tenahî peyda bû.

Geryana rêzdar Powell dê heftîyekê kêştêt bo Eurûpa û rojhelata naverast da liser pirsa Iraqê û Sûdanê û kêşeya Israylî û Felestînî bi axivît. Rêzdar Powell dê evro berev Cairo çît.

XS
SM
MD
LG