Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li başûra devera Xeze sê Felestînî hatine kuştin - 2004-08-03


Bi peqîna bombekê li başûra devera Xeze nêzîkî hêzeka leşkerî Israylî bi kêmî ve sê Felestînî hatine kuştin dû ji wan weya dyare mîlîtan bûne demê bizav kirî bombî bi peqînin, herwekû tilfizyonê dyar kirî ew bombe çend mêtreka diwêrî bildozereka leşkerî Israylî bû li kempa Refeh ya penaberan.

Kesê sêyê ku hatîye kuştin polîsek bû ku di wextê karî da nebû. Bi kêmî ve deh kesêt dî birîndar bûne, yêk ji wan wênegirekê ajansa peyamêt roytersî bû.

XS
SM
MD
LG