Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok wezîrê Iraqê dibêjît biryara dayêxistina ofîsa televisyona El-Cezîre renge bihête dirêjtir kirn - 2004-08-08


Serok wezîrê Iraqê Eyad Ellawî dibêjît biryara hikometa wî liser dayêxistina ofîsa televisyona El-Cezîre ya Erebî bo yek heyvê renge bihête dirêjtir kirn heke ew kenal bernamêt xwe negurit. Birêz Ellawî dibêjît fermana Civata Parastina Niştîmanî ya Iraqê liser raporteka komîteyeka serbixwe bu ku zêrevanîya bernamêt wê kenalê dikr. Serok wezîrê gote peyamhinêran li Bexda ku dayêxistina ofîsêt El-Cezîre dê otomatîkî hête dirêj kirin heta ku ew kenal bersiva gazindêt hikometa wî di deteve.

XS
SM
MD
LG